Nêçîrvan Barzanî pêswaziya serokwezîrê Îtalyayê Conte kir

06 February 2019 22:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya serokwezîrê Îtalyayê Conte kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte bo seredana Kurdistanê giha payîtext Hewlêrê û li balafirgehê, ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat pêşwazîkirin. Serokwezîrê Îtalyayê û heyeta pêre, berya seradana Kurdistanê bikin, seredana Bexdayê kirin. Bi îhtîmaleka mezin wê heyeta Îtalya bi berpirsên rêvebiriya herêma Kurdistanê re gelek hevdîtinan bike.

Îtalya li dijî İŞİD ê di koalîsyona di bin serokatiya Amerîka de cî digre û bi Kurdistanê re têkiliyên wê yên baş hene. Konsulxaneya dewleta Îtalyayê ji sala 2015an û vir de li Hewlêrê heye. Îtalya li dijî İŞİD ê piştgiriya hêzên pêşmerge di warê leşkerî û lojîstîk de dike.

200 leşkerên Îtalyayê li Kurdistanê şêwirmendiya hêzên pêşmerge dikin û hem wan bi awayeka leşkerî pêrwerde dikin. Heya tedawiya hinek pêşmergeyan girtiye aliyê xwe.