Îtalyayê Nêçîrvan Barzanî bi fermî vexwend Romayê

04 June 2022 20:35 0 dîtin
Îtalyayê Nêçîrvan Barzanî bi fermî vexwend Romayê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Sereni û şandeya pê re îro 4ê Hezîranê li Hewlêrê civiyan.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, têkiliyên Îtalyayê yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Kurdistanê û metirsiyên teror û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî ji şanda Îtalyayê re diyar kir, Herêma Kurdistanê dixwaze têkiliyên xwe bi Îtalyayê re, di hemû waran de berfirehtir bike û zêdetir hevkarî di navbera her du aliyan de hebe û li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de di dema şerê dijî DAIŞê de spasiya Îtalyayê kir.

Di civînê de, her du alî li ser girîngiya hebûna seqamgîriya emnî, siyasî û aborî li Iraqê û pêwîstiya destpêkirina diyalogê ku hemû aliyên Iraqî bigihin hevtêgihiştinê ku prosesa siyasî ji vê rewşa tê de xetimiye rizgar bikin, hikûmetekê pêk bînin ku nûnertiya xwestekên gel û hemû pêkhateyên Iraqê bike, hevnêrîn bûn.

Herwiha Sereni vexwendnameya Wezîrê Derve yê Îtalyayê da destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku serdana Paytexta Îtalya Romayê bike.

Hat diyarikirin, Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê, di warê girîngîpêdan, geşepêdan û alîkariyan de ji bo Îtalyayê di rêza pêşîn de ye û Îtalya bi girîngî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.