Melonî Serokwezîr Barzanî bi fermî vexwend Îtalyayê

24 December 2022 10:26 0 dîtin
Melonî Serokwezîr Barzanî bi fermî vexwend Îtalyayê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevdîtina doh 23yê Kanûnê ya ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni de, ji aliyê Meloni ve bi fermî bo Îtalyayê hat vexwendin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê bi merasîmeke taybet li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni kir û di hevdîtina Melonî û Barzanî de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj hat kirin.

Serokwezîra Îtalyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Hewlêrê nîşan da û bal kişand ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê.

Melonî rewşa pêkvejiya aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û bi taybetî rola Herêma Kurdistanê di parastina Xirîstiyanan de bilind nirxand û daxwaza welatê xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di hemû waran de dubare kir.

Hat ragihandin ku Giorgia Meloni bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê Mesrûr Barzanî ji bo Îtalyayê vexwendiye ku serdana Romayê bike.

Serokwezîra Îtalyayê di civîna rojnamevanî ya hevbeş de got: “Îtalya dê li cem Herêma Kurdistanê bimîne û em ê karên konsulxaneya me ya li Herêma Kurdistanê mezintir û berfirehtir bikin.”

Mesrûr Barzanî jî got, hatina Serokwezîra Îtalyayê dilgermî û piştevaniyeke bihêz e ji bo xelkê Kurdistanê û wê pêwendiyên navbera herdu aliyan di hemû waran de bi pêş ve biçin.