Serokwezîr Barzanî bi fermî bo serdana Umanê hat vexwendin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Aborî ya Cîhanê Davosê hevdîtinên xwe yên ligel rayedar û berpirsên welatan berdewam dike.
Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 18ê Çile li Davosê bi Wezîrê Aborî yê Umanê, Seîd Bin Mihemed El-Seqirî re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de tevî pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Şahîtiya Umanê, di warê çandiniyê de behsa hinarên Kurdistanê ku wek yekem berhema çandiniyê ya Kurdistanê gihîştiye bazarên Umanê hatiye kirin.
Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermî ji bo serdana Şahîtiya Umanê hate vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin