Serokwezîr Barzanî bi vexwendineke fermî serdana Urdinê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê ligel şandeke fermî ya Kurdistanê serdana Urdinê dike û bi Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem re dicive.
Hikûmeta Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serokatiya şandeke hikûmî û bi vexwandineke fermî, serdana Urdinê dike û bi Şah Ebdulahê Duyem re dicive û guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de tên kirin.
Hat diyarkirin ku şanda bi Serokwezîr re, ji Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan Ebdula Hacî Mehmûd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin