Serokwezîr Barzanî, li ser çandiniyê peyamek belav kir

09 August 2023 15:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser çandiniyê peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê çandiniyê de peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re qala bernameya perwerdehiya nîştimanî ya taybet bi çandiniyê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdehiya cotkaran û wiha got:

“Ev bernameya perwerdehiyê, dibe sedem ku hezar cotkarên Kurdistanê asta berhemanîna xwe zêdetir bikin, zêdetir pabendî standardên cîhanî bin û cotkarên Kurdistanê jî bikevin nav bazarên cîhanî.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku çandinî dê bingeha sereke ya Herêma Kurdistanê bihêztir bike.