Serokwezîr Barzanî, peyameke sersaxiyê belav kir

24 March 2023 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got

“Bi xem û kovaneke mezin, me peyama koça dawî ya Pêşmerge û fermandê qehremanê rojên sext û dijwar ên herdu şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê mêdala Barzaniyê Nemir, Xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bihîst ku temenê xwe di bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de derbas kir û li çendîn destanan beşdarî kir û di têkoşîna gelê me de roleke wî ya berbiçav hebû û bavê şehîdê qehreman 'Umer Boselî ye ku li destana Sihêla şehîd bû.

Ez behî û serxweşiyê li xwe û binemala wî ya birêz û xebatker û dost û hogir û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im. Xwedayê mezin û dilovan, giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û hedarê bide û hemûyan bibexşîne.”