Serokwezîr Mesûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya hevjînê Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan Xanzad Ehmed, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji malbatê re anî ziman û wiha got:
“Birêz Dr. Xanzad Ehmed, Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan
Bi xemgînî ve min nûçeya koça dawî ya Dr. Fazil Genc Elî, hevjînê cenabê we bihîst. Ez sersaxî lê we dikim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî ji we û malbata we re bibexşîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin