Li Hewlêrê bi nirxê 3 milyar dînaran projeyên nû têne çêkirin
PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurditanê ragihand ku ew ê bi nirxê zêdetirî 3 milyar Dînaran projeyên cuda bicih werînin.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di qonaxa yekem de bi nêzîkî 2 milyar Dînar projeya nûjenkirina kolan û çend projeyên curbicur yên nûkirin û çêkirina kolan û kanalîzasyonan li ser dahata şaredariya Hewlêrê û di qonaxa duyem de jî bi yek milyar Dînar projeyên xizmetkzariyê dê werin cîhbicîhkirin.
Li gor zanyariyên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê, di berdewamiya cibicîkirina projeyên xizmetkariyê yên cuda de, hejmarek ji projeyan bi buhayê 2 milyar Dînaran li ser dahata %15 a Serokatiya Şardariya Hewlêrê li taxên: Fermanbaran, Rewşenbîrî, Jiyan, Hewlêra Nû, Sêberdan û çend taxên din tê cibicîkirin.
Hin ji projeyên qonaxa yekemîn ji tender re hatine şandin û hin ji wan jî di heyama 15 heta 20 rojan de tender ji wan re tên kirin û piştre dê bikevin qonaxa bicihanîn
Wezareta Şaredariyê diyar kiriye ku ligel van projeyan di ayindeyeke nêzîk de dê çend projeyên din bi nêzîkî yek miliyar Dînar li çend taxên bajêrê Hewlêrê bên bicihanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin