Xosnaw: Îsal li Hewlêrê bi zêdetirî 91 milyar dînaran, 162 proje têne çêkirin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku îsal li ser budçeya geşkirina parêzgehan, bi 91 milyar û 277 milyon Dînaran 162 proje li parêzgeha Hewlêrê têne çêkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 7ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de ragihand, di çarçoveya giringîpêdana hikûmet û wezaretan û bi taybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, budçeyeke baş û mezin ji bo parêzgehan hatiye terxankirin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji welatiyan re.
Xoşnaw got, ew budçe li gorî hejmara rûniştvanên her parêzgehekê hatiye destnîşankirin û eşkere kir, îsal 162 projeyên xizmetguzariyê bi 91 milyar û 277 milyon Dînaran têne cîbicîkirin.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, 128 ji wan projeyan nû ne û 34 proje jî yên salên borî ne ku nehatibûn temamkirin û niha dê werin temamkirin.
Xoşnaw da xuyakirin, ji %63ê projeyan, ji bo nûjenkirin û qîrkirina rêyan e û ew ê din jî ji bo projeyên av, kanalîzasyon , tenduristî , perwerde û projeyên din in.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha got ku çend projeyên din ên stratejîk jî yên wekî dusaîda riya Federal li Koyê ku zêdetir ji 6 milyar Dînar jê re hatiye terxankirin û di demeke nêzîk de dikeve warê cibicîkirinê û di demeke nêzîk de dest bi projeya stratejîk a riya qezaya Xebatê jî tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin