Xosnaw: Li Hewlêrê xeteriya rabûna lehiyan kêm bûye
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku li Hewlêr xeteriya rabûna lehiyan kêm bûye, lê ev dîsa jî nayê wateya ku dê ji ser guherîna keşûhewayê rû nedin.
Xoşnaw ji medyakaran re axivî û diyar kir, di nav du salên dawî de ji bo kêmkirina xeteriya rabûna lehiyan li bajêr hejmarek proje hatine bicihkirin û hîn jî hin proje dewam dikin.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, bi 700 milyon dînaran 780 metre çarçik kanalên ava baranê hatine betonkirin û bi vî awayî jî xeteriya rabûna lehiyan hatiye kêmkirin.
Herwiha Xoşnaw got ku li gorî texmînên keşûhewayê yên dê îsal saleke bi şilî derbas bibe û wê hişkesaliya sê salên dawî nemîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin