Umêd Xosnaw: Wê li Hewlêrê jî sîna qurbaniyên bûyera Silêmaniyê bê danîn
PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê piştî bidawîbûna şîna qurbaniyên bûyera Silêmaniyê, li Hewlêrê jî şîn tê danîn û wê cih û dema birêveçûna şînê were diyarkirin.
Li gor Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn, li Hewlêrê wê şîn ji bo qurbaniyên bûyera Silêmaniyê were danîn û got: “Piştî ku şîn li Silêmaniyê temam bibe, bi beşdariya endamên malbata qurbaniyan, şîn li Hewlêrê were danîn.”
Herwiha di derbarê cih û dema birêveçûna taziyê de Omêd Xoşnaw got, di rojên bê de cih û dema birêveçûna taziyê wê diyar bikin.
Di berdewamiyê de Xoşnaw hêviya xwe anî ziman ku ev karesat nexweşiya herî dawî be ji bo Silêmanî û Herêma Kurdistanê be.
Roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan can dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin