Mesrûr Barzanî pêswaziya Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xosnaw kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw kir û diyar kir: “Pêwîst e bi awayekî dadperwerane, xizmeta hemû nişteciyan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybetî jî xelkê hejar û kêmdebar.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro di pêşwaziya Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de, pîrozbahiya destbikarkirinê li Parêzgarê Hewlêrê kir û di erkên wî de hêviya serkeftinê xwest û tekezî li wê yekê kir: ‘‘Pêwîst e bi awayekî dadperwerane, xizmeta hemû nişteciyan û pêkhateyên cuda yên parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybetî jî xelkê hejar û kêmdebar.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, bi her awayî piştevaniya Parêzgarê Hewlêrê dike ji bo di erkê xwe de serkeftî bibe û bi awayê herî baş xizmeta welatiyan bike.
Herwiha Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî, spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û destnîşan kir, ew ê bi hemû şiyana xwe bixebite ku di asta mitmane û hêviyên xelkê de be, ji bo zêdetir vejandin û pêşxistina Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin