Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêswaziya Osman Baydemir kir

25 February 2021 16:11 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêswaziya Osman Baydemir kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Sibatê li paytext Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî û xebata aştîxwaz a gelê kurd ji bo parastina mafên rewa hat kirin.

Osman Baydemîr piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ku cihê hêviya gelê kurd e û pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniyê lê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî li piştevaniya Osman Baydemîr kir û hêviya serkeftinê di xebat û têkoşîna wî ya ji bo gelê Kurdistanê de jê re xwest.