Umêd Xosnaw dest bi hilmeta paqijkirina seyrangehên Hewlêrê kir

27 March 2021 14:59 0 dîtin
Umêd Xosnaw dest bi hilmeta paqijkirina seyrangehên Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, bi armanca paqijkirina jîngeha Hewlêrê, li seyrangeha Dilope û nêzîkî monomenta şehîdan li Rojhilatê bajarê Hewlêrê, dest bi hilmeta paqijkirina seyrangehên Hewlêrê kir.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro destpêkirina hilmetê ragihand, ku hemû fermangehên paqijî û şaredarî û xizmetguzarî jî beşdarî wê hilmetê dibin û heta dawiya proseya paqijiyê, dê ew hilmet berdewam bike.

Parêzgerê Hewlêrê destnîşan kir: ‘‘Heman demê de, li gel tedbîrên xweparastinê daxwazê ji hemwelatiyan dikim ku di dema geş û seyranan de bi mercê çûn û vegerê de paqijiyê pêk bînin. Ji ber jîngeha Kurdistanê, jîngeheke rengîn e û pêwîst e em hemû biparêzin.

Umêd Xoşnaw herwiha hêvî xwest ku hemwelatî û geştyar pabendî rênmayiyan bibin û agahdarê xwe û derdorê bin.