Umêd Xosnaw bang li Hevpeymanê kir: Asîmanê Kurdistanê biparêzin

01 January 2024 02:28 0 dîtin
Umêd Xosnaw bang li Hevpeymanê kir: Asîmanê Kurdistanê biparêzin

Peyama Kurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw destnîşan kir ku wan her carê gotiye ku Hikûmeta Iraqê bi binpêkirina destûrê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê zevt dike û got: "Pêştir hêzên hevpeymanê armanca milîşeyan bûn lê niha êdî Pêşmerge bûye armanca wan”.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daxuyanîyeke çapemenîyê de peyivî. Xoşnav da zanîn ku Budceya Herêma Kurdistanê ya mûçeyên welatîyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta navendî ve nayê şandin û got "Lê belê milîşe têne biçekkirin. Çavkanî û cihên wan diyar in”.

Umêd Xoxnav daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku di derheqa komên deryasa bûne helwesteke cidî nîşan bide û dom kir: "Ew valahiya ewlehiyê ya ku di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de heye bi bicihanîna lihevkirina ewlehiyê û taybet li Şengalê têne çarekirin”.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, êrîşa li dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bersiva vê êrîşa komên derîyasa bûne bide."

Xoşnaw di daxuyanîya xwe de bang li Hevpeymanîya Navneteweyî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşîya wê dike û got: “Em daxwazê ji hevpeymanan jî dikin ku asîmanê Herêma Kurdistanê biparêzin. Pêştir hêzên hevpeyman armanca milîşeyan bûn, lê êdî hêzên Pêşmerge bûne armanca wan.”

Şeva borî, di demjimêr 11:45an de, li sînorê Pîrmam û Hewlêrê, bi du dronên bombebarkirî li dijî baregeheke hêzên Pêşmerge êrîş pêk hatibû.