Umêd Xosnaw hejmara qurbaniyên lehiya Hewlêrê eskere kir
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hejmara qurbaniyên lehiyê raihand û got, ji ber rabûna lehiyê li taxa Daratû 3 kes di xaniyekî de, 2 kesên din jî di xaniyekî de û kesekî din jî bi birûskê can dan. Herwiha zarokekî li gundê Qoştepe, ji ber rabûna lehiyê can daye û 4 karmendên tîmên berevaniya şaristaniyê jî birîndar bûne.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kiriye, pêştir zanyarî hebûn ku baran wê xurtî bibare, ji ber wê tîmên hawarhatinê di amadebaşiyê de bûn.
Parêzgarê Hewlêrê daye zanîn: ‘‘Niha karê bilez û destpêkê, rizgarkirina xelkê ye.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kiriye, ji ber rabûna lehiyê li taxa Daratû 3 kes dixaniyekî de, 2 kesên din jî di xaniyekî de û kesekî din jî bi birûskê can dan. Herwiha zarokekî li gundê Qoştepe, ji ber rabûna lehiyê can daye û 4 karmendên tîmên berevaniya şaristaniyê jî birîndar bûne.
Pêştir jî Parêzgarê di daxuyaniyekê de ragihandibû, “Mixabin dora saet 4ê sibehê, lehî li çend cihên Hewlêrê rabûye û gihîştina tîmên hawarhatinê jî bo wan cihan ne hêsan e.
Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kiriye: ‘‘Hemû tîmên hawarhatinê li ser karên xwe ne, lê belê hevkariya xelkê jî pêwîst e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin