Qurbaniyên lehiya li Îspanyayê rabû, giha 158 kesî

31 October 2024 21:09 0 dîtin
Qurbaniyên lehiya li Îspanyayê rabû, giha 158 kesî

PeyamaKurd – Li Îspanyayê barîna barana zêde bû sedema rabûna lehiyê û jimara miriyên ji ber lehiyê heya 2 roj berê 51 kes bûn lê di nav 2 rojan de jimara miriyan giha 158 kesî.

Deverên ku lê lehî rabûye, lêgerîn û rizgarkirina mirovan dewam dike û dixebitin da enqazan rakin. Ji bo tesbîtkirina nasnamên kesên di lehyê de mirine, xebat dewam dike.

Enstitu ya Meterolojiyê ya Dewletê ya Îspanya li ser bobelata li Îspanyayê got ku barana di salekî de dibariya, di 8 seetan de bariya.

Kesên di lehiyê de mirine 155ên wan li Valencia, 2 kesên din li Castilla-La Mancha û 1 ji wan li Malaga miriye.

Wezareta berevaniyê ya Îspansyayê ragihand ku li devera lehiyê gelek kes wenda ne û di karê lehiyê de ji bo lêgerîn, rizgarkirin û rakirina enqazan niha1064 leşker dixebitin.