Li Hewlêrê ji bo 34 projeyên xizmetguzariyê bê pêkanîn 5 milyar û nîv dînar hat dabînkirin

13 June 2022 13:04 0 dîtin
Li Hewlêrê ji bo 34 projeyên xizmetguzariyê bê pêkanîn 5 milyar û nîv dînar hat dabînkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê Sasan Ewnî, ji bo 34 projeyên xizmetguzariyê li Hewlêrê bê pêkanîn, 5 milyar û 459 milyon dînar dabîn kir.

Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir, %15ê dahata şaredariya Hewlêrê ji bo cîbicîkirina 34 projeyên xizmetguzariyê yên di plana sala 2022an de tê xerckirin.

Hat zanîn, di nav wan projeyan de çêkirina rê, asfaltkirin, xêzkirina cadeyan, nûkirina peyarêkan, xêzkirin û peyarêkan, beton bo kolanan û danîna qata stabîlîzator, kirîna pêdiviyên park û baxçeyên Hewlêrê, nûkirina leyistikên zarokan, kirîna kursî û tenekeyên çopê hene.

Herwiha hat eşkerekirin, cîbicîkirina wan projeyan wê bandoreke gelek baş li ser bilindkirina asta xizmetguzarî û geşepêdana Hewlêrê bike û niha jî çend projeyên din li navenda Hewlêrê di çarçoveya cîbicîkirinê de ne.