Li Hewlêrê du projeyên bi dirêjiya 82 km yên sênkayiyê têne pêkanîn
PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Hewlêrê Ebdulwahîd Ehmed, derbarê du projeyên şênkayiya jîngehê de zanyarî dan.
Ebdulwahîd Ehmed ragihand ku ew plan dikin du projeyên nû bo şênkayiya jîngehê pêk bînin û rêjeya şênkaniyê li Hewlêrê zêde bikin.
Şaredarê Hewlêrê da zanîn ku yek ji kemberên şênkayiyê bi dirêjiya 2 kîlometran e û ya din jî 80 kîlomtre dirêj e.
Ehmed diyar kir ku bi van herdu projeyan re rêjeya şênkayiyê li Hewlêrê ji sedî 19an wê derkeve ji sedî 25an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin