Li Hewlêrê 3 projeyên girîng ên elektrîkê têne vekirin

18 January 2021 16:05 0 dîtin
Li Hewlêrê 3 projeyên girîng ên elektrîkê têne vekirin

PeyamaKurd - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de li Hewlêrê 3 projeyên elektrîkê têne vekirin.

Wezareta Elektrîkê bi daxuyaniyeke fermî li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, di bin çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de sibe (19.01.2021) li demjimêr 10:00ê sibehê li pişt avahiyên Îskan a Hewlêrê bi merasîmekê 3 projeyên girîng ên elektrîkê têne vekirin.