Kurdistan | Bi 300 milyar dînaran 83 projeyên stratejîk ên avê têne pêkanîn

28 March 2021 12:39 0 dîtin
Kurdistan | Bi 300 milyar dînaran 83 projeyên stratejîk ên avê têne pêkanîn

PeyamaKurd - Berpirsê Ava Herêma Kurdistanê Arî Ehmed ragihand, wan plan daniye ku îsal bi bihayê 300 milyar dînaran 83 projeyên stratejîk bicih bînin.

Berpirsê ava Kurdistanê Arî Ehmed ji malpera fermî ya PDKê re da xuyakirin, wan plana wê yekê danîye ku îsal 83 projeyên stratejîk yên avê bicih bînin.

Arî Ehmed got, li kêleka wan projeyên stratejîk nêzîkî 300 jî projeyên normal hatine plankirin û da zanîn, ew li bendê ne ew bûdçeya ku hikûmetê terxan kiriye, bigihe destê wan û dest bi projeyên xwe bikin.