Asayîsa Qamislo hejmarek rojnamevan desteser kirin û mangirtina malbatan asteng kir

07 December 2021 16:07 0 dîtin
Asayîsa Qamislo hejmarek rojnamevan desteser kirin û mangirtina malbatan asteng kir

PeyamaKurd - Asayişa bajarê Qamişlo ku bi ser Rêveberiya Xweser û PYDê ve ye, nivîskar Şemis Enter jî di nav de hejmarek rojnamevnan desteser kirin.

Îro malbatên ku zarokên wan bi armanca leşkerkirinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo dest bi mangirtinekê kirin û daxwaza vegera zarokên xwe kirin.

Hêzên asayişa Qamişlo nivîskar û endama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Şemis Enter û hejmarek ji rojnamevan û çelakvanên ku ew çalakî dişopandin binçav kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku asayîşa Qamişlo bi ser ofîsa Rûdawê de jî girtiye û rêveberê ofîsê û 5 karmendê wê desteser kirine. Hat diyarkirin ku ofîsa Rûdawê jî hatiye girtin.

Li gor zanyariyan, hêzên asayişê hemû riyên diçin cihê mangirtinê girtine û rê nadin welatî tevlî mangirtinê bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi ser Rêveberiya Xweser ve ye û beriya niha jî gelek caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê tê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû ku di dema borî de zêdetirî 15 zarok ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Malbatên zarokan bi armanca vegerandina zarokên xwe yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li bajrê Qamişlo û Amûdê beriya niha jî xwepêşandan pêk anîbûn.