Asayîsa YNKê Rojnamevan Sakar Star desteser kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên asayîşê yên girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dema ji Slêmaniyê vedigeriya paytext Hewlêrê, rojnamevanê Tîwar Newsê Şakar Star desteser kirin.
K24ê ragihand ku şeva borî di demjimêr 10:45an de bêjer û rojnamevanê Tîwar Newsê Şakar Star di dema ku ji Silêmanî vedigeriya Hewlêrê, li westgeha Aştiyê ya Koyeyê ji aliyê hêzên asayîşa YNKê ve hatiye desteserkirin.
Hate ragihandin ku Şakar Star, dema ku hatiye desteserkirin, bi hevjîna xwe û du zarokên xwwe re bûye û hevjîna wî û her du zarokên wî bi otomobêleke leşkerî ji Koyeyê ji bo Silêmaniyê hatine verêkirin.
Hate hînbûn ku otomobêla Şakar Star jî ji aliyê asayîşa YNKê ve hatiye desteserkirin.
Rêveberê Navenda Mîtroyê ya Parastina Rojnamevanan Diyarî Mihemed, di derbarê mijarê de ragihand ku piştî bihîstine Şakar Star hatiye desteserkirin, ew çûne cihê bûyerê û ji asayîşê pirsan kirine û got: "Asayîşê ji me re ragihand ku beriya niha di derbarê Şakar Star de biryara desteserkirinê hebûye, loma ew hatiye desteerkirkin û niha li Asayîşa Giştî ye”.
Diyarî Mihemed her wiha da zanîn ku ji ber belavkirina çend vîdeo û agahiyan a li ser rûpela Tîwar Newsê, rojnamevan Şakar Star hatiye desteserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin