Asayîsa YNKê dest danî ser saziya Mele Bextiyar

06 September 2024 13:53 0 dîtin
Asayîsa YNKê dest danî ser saziya Mele Bextiyar

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku asayîşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, dest danîne ser Saziya Rewşenbîrên Çawdêr a ku xwediyê wê Mele Bextiyar e.  

Saziya ku endamê berê yê Desteya Bilind a YNKê Mele Bextiyar xwedî û rêveberê wê ye, hate desteserkirin; karmendên di saziyê de, ji saziyê hatin dûrxistin û asayîşê dest danî ser hemû keresteyên saziyê.

Piştî vê bûyerê, Saziya Rewşenbîrên Çawdêr jî di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Em weke Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr vê biryarê bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de ev însiyatîfa li dijî azadiya nivîsandin, dîtin û wijdan weke pêngaveke metirsîdar hat binavkirin.

"Wê ji saziyê re cihekî din bê veqetandin"

Li ser van geşedanan Buroya Darayî ya YNKê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Saziya Rewşenbîrên Çawdêr niha di bin kontrola YNKê de ye û got: "Hemû pêdiviyên wê ji aliyê Buroya Darayî ya YNKê ve tên dabînkirin. Ji aliyê din ve berpirsê saziyê êdî ne endamê YNKê ye.Saziya Rewşenbîrên Çawdêr wê ji bo xebatên rêxistinî bê bikaranîn û ji bo pêşxistina Silêmaniyê û xizmetkirina gelê wê jî cihekî din ji bo saziyê bê veqetandin.”

Weke tê zanîn Mele Bextiyar beşdarî kongreya YNKê ya 2023an nebûbû.

Bextiyar wê demê di derbarê wê kongreya ku Bafîl Talebanî wek serok hatibû hilbijartin gotibû: “Du sal berê di kongreya 4emîn a YNKê de min hest kir ku YNK ji nirxên azadiyê dûr ketiye. Di heman demê de YNK jî hêdî hêdî ji ruhê ciwanan û azadiyê bêpar dibe.