Asayîsa Dêrikê rojnamevan û endamê PDK-Sê Ehmed Sofî girt

20 February 2022 12:00 0 dîtin
Asayîsa Dêrikê rojnamevan û endamê PDK-Sê Ehmed Sofî girt

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Asayşa bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Ehmed Sofî girt.

Li gorî nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniyeke ji Dêrikê, şeva borî asayîşa Dêrikê bi ser mala rojnamevan û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ehmed Sofî li gundê Bane Qesrê yê ser bi Dêrikê ve girt û ew ber bi cihekî nediyar.

Rojnemevan Ehmed Sofî, peyamnêrê ARK TV û Rêbaz News e û beriya niha jî di Cotmeha sala 2018an de dîsa ji aliyê asayişa Dêrikê ve hatibû girtin û roja 6ê Adara 2019an hatibû berdan.

Asayişa bajarê Qamişloyê jî roja 5ê Sibatê rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî binçav kiribû û ew ber bi cihekî nediyar ve biribû.

ENKSê derbarê girtin û revandina rojnamevan û medyakaran de bi daxuyaniyekê ragihandibû: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê ji aliyê Rêveberiya Xweser û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye û armanca wê, bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye.”

ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî jî kiribû, ji bo dawîanîna van bûyeran fişarê li PYDê bike daku hemû rojnamevan û medyakaran serbest berde û rê bide dezgehên medyayî karibin bi azadî karê xwe bikin.