Asayîsa Rojava: 3 endamên me can dan, 6 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di encama teqandina 4 otomobîlan ji aliyê dronên Tirkiyê de, 3 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîş) li ser êrîşên dronî yên îro 28ê Sibatê ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirkiyê saet 9:40 deqeyan vê sibehê (28ê Sibatê) li têketina Dêrikê 2 erebeyên welatiyan bi balafirên bêmirov bombebaran kirin. Herwiha dewriyeyeke hêzên me (Sotoro) yekser berê xwe da cihê hedefgirtinê da ku birîndaran rake, bi wê re dewleta Tirk dewriye hedef girt û erebeya tê de birîndar hebûn jî hedef girt. Di encamê de 3 endamên me şehîd bûn, 8 jî di nav de 6 welatî birîndar bûn. Li kêleka wê jî zirareke mezin bi dikanên bazirganiyê yên li nêzî cihê hedefgirtinê bûn."
Hate zanîn ku navê endamên asayîşê yên di êrîşa Tirkiyê de can dane; Şerbel Naim Saliba, Cemil Hanna û Muzaffar Muhammad e

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin