4 endamên Asayîsa Rojava hatin kustin, 3 jî birîndar bûn

08 February 2021 18:56 0 dîtin
4 endamên Asayîsa Rojava hatin kustin, 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin li parêzgeha Reqa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye, 4 endamên hêzên asayîşê di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê êrîşî rêbendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li rojavayê Reqayê kir û di encamê de 4 endamên Asayîşê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê wê bûyerê de ti daxuyanî nedane.