Ji Asayîsa Rojava daxuyanî: 2 endamên me di teqînê de birîndar bûn
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) derbarê birîndarbûna du endamên xwe de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: ''Duh êvarî (12ê Tebaxê) li ser rêya navbera bajarê Hesekê û bajarokê Holê, seyareyeke me ya leşkerî piştî ku ji bajarokê Holê derketibû û ber bi Hesekê ve diçû, bû armanca teqemeniyekê. Di encama teqînê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên me yên birîndar ji nexweşxaneya meydanî yê bajarê Hesekê re hatin veguhestin.''
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kiriye ku Dezgeha Ewlekariya Giştî dest bi lêpirsîn û lêkolînên pêwîst kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin