DAISîyê kujerê 2 endamên Asayîsa Rojava bi birîndarî hat girtin
PeyamaKurd - Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlekariyê li herêma Minbicê çekdarê DAIŞê yê reviyayî ku 2 endamên Asayişa Minbicê kuştibûn, piştî du rojan bi birîndarî girtin.
Li Minbicê çekdarekî girtî yê DAIŞê yê bi navê Ebdilrehman El-Hecî bi behaneya nexweşiyê dema hêzên asayîşê ew dibirin nexweşxaneyê çeka endamekî asayîşê jê standibû û gule biser wan de reşandibû.
2 endamên asayîşê li nexweşxaneyê can dabûn û çekdarê DAIŞê yê girtî jî reviyabû.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan çekdarê ku reviyabû li taxa El-Hezwanê ya başûr rojhilatê bajaê Minbicê girtin.
Hat diyarkirin, ji ber ku wî çekdarî nedixwest xwe radest bike, bi guleyekê hatiye birîndarkirin û paşê hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin