Di êrîsên Tirkiyê de 29 endamên Asayîsa Rojava can dan: 3 roj sîn hate ragihandin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di bombebarana artêşa Tirkiyeyê ya li ser navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li Dêrik a Rojavayê Kurdistanê de, 29 endamên asayişê can dane û 28 jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrîşên dawî yên artêşa Tirkiyeyê li ser gundên Dêrikê û Rimêlanê de, 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê can dan û 28 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku armanca wan êrîşan derxistina tevliheviyê û rêgirtina li têkoşîna gel û hêzên leşkerî û ewlekariyê yên li dijî terorê ye.
Di daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî li hember kiryarên Tirkiyeyê hate şermezar kirin û hate diyarkirin, "ev bêdengî û paşguhkirin zordestiya rejîma faşîst zêdetir dike”.
Rêveberiya Xweser li ser vê êrîşa Tirkiyê 3 roj wek şîn ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin