Hêzên asayîsa Nîjeryayê 36 endamên rêxistinê kustin

13 June 2024 21:56 0 dîtin
Hêzên asayîsa Nîjeryayê 36 endamên rêxistinê kustin

PeyamaKurd – Li dewleta Nîjeryayê li eyaleta Kadûnayê hêzên asayîşê operasyonê kirin ser rêxistinên çeteyi û di encamê de 36 kesên çekdar kuştin.

Li gor ragihandina komserê asayîşê yê eyaleta Kadunayê Samuel Aruwan; di encama bidestxistina agahiyan de operasyonan kirine û li devera Giwayê operasyon kirine.

Di operasyonê de serpereştê çeteyan Buharin Yadi jî di nav wan de bi temamî 36 kes hatine kuştin. Li gor ragihandina Aruwan gelek kes jî birîndar reviyane, sîlih, muhîmmat, motorsiklet û gelek alav ketine destê dewletê.

Navê rêxistina çeteyi nehat gotin lê li Nîjeryayê ji bilî çeteyan rêxistinên weke Boko Haram û baskê DEAŞê yê rojavayê Afrîkayê ISWAP li welat xwe nîşan didin.

Ji serê salê heya niha li Kadunayê rêxistin an çete ji 300an zêdetir kes revandine.