Di navbera endamên rêxistinê de pevçûn: 30 kes mirin
PeyamaKurd – Li Kolombiyayê di pevçûnên ku ji doh ve di navbera komên çekdar ên serhildêr ên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) û eniya 33. a Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên berê yên Kolombiyayê (FARC) de derket de, 30 kes mirin.
Ombudsman ragihand ku li herêma Catatumbo ya herêma îdarî ya Bakurê Santander a Kolombiyayê di pevçûnên di navbera ELN û endamên berê yên FARCê de di nav de gelek kesên sivîl can dane.
Li gorî medyaya herêmê 24 ji wan sivîl 30 kesan can dane û 6 kes jî birîndar bûne. 70 malbat neçar man malên xwe biterikînin.
Hat ragihandin ku di nav kesên hatine kuştin de 6 endamên berê yên FARC'ê jî hene ku çekên xwe danîne.
Perwerde hat rawestandin
Hat destnîşankirin ku ji ber pevçûnan esnafan deriyên xwe girtin û dibistan jî di nav de hemû avahiyên giştî xebatên xwe dane sekinandin.
Di vê navberê de di nûçeyê de hat ragihandin ku bi talîmata Serokdewlet Gustavo Petro hêzeke leşkerî ya ji 300 kesî pêk tê şandin herêma Catatumbo û li dijî komên çekdar operasyon hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin