Li Belûcistanê di pevçûna navbera rêxistin û artêsê de 2 lesker mirin

09 October 2023 23:45 0 dîtin
Li Belûcistanê di pevçûna navbera rêxistin û artêsê de 2 lesker mirin

PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Pakistanê li eyaleta Belûcistanê li devera Zhobê di navbera artêşê û mîlîtanên Belûcî de şer derketiye û di encamê de 2 leşker mirine û 5 çekdarên rêxistinê mirine.

Nehat gotin bê 5 çekdar yên kîjan rêxistinê ne. Ji ber Belûcistan di navbera 3 dewletan de perçekiriye ti dewlet navên rêxistinên Belûcistanê û encama bûyerên mezin nadin.

Di ragihandina artêşê de hat gotin ku ji leşkeran yek jê bînbaşiye.