Li Hindistanê di navbera hêzên dewletê û grûba terefdarê Çînê de pevçûn derket û 3 kes mirin

25 May 2024 22:52 0 dîtin
Li Hindistanê di navbera hêzên dewletê û grûba terefdarê Çînê de pevçûn derket û 3 kes mirin

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Çatisgarhê di navbera hêzên dewletê û çekdarên grûba terefdarê Çînê (Naksal) yê Maoîstan de pevçûn derket û di encamê de 3 kes mirin. Her sê kesên kuştî ji grûba terefdarê Çînê ye û di nav îsal de, 116 kesên wan hatine kuştin.

Li gor ragihandina rojnama Hindustan Timesê; hêzên asayîşê li hemberê grûbê ketine nav tevgerê û li navça Sukma û Bijapurê di navbera wan de şer derketiye.

Grûba Maoîst ji sala 1967an heya niha li hemberê hêzên dewletê tevgerên çekdar dike. Grûb weke fikr û raman ji serê berê yê Çînê Mao îlhama xwe digre û li bakûr û rojavayê Hindistanê li hemberê dewletê şer dike.

Li gor portala terorê ya başûrê Asya; ji sala 1999 heya niha di navbera her dû terefan de 14 hezar kes hatine kuştin.