Li çiyayê Bagokê di navbera hêzên dewletê û PKK ê de ser derket
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê li Çiyayê Bagokê di navbera çekdarên PKKê û hêzên dewleta Tirkiyê de şer derket û di encamê de 4 leşker birîndar bûn. Li gor çapenemiya Tirkiyê, di dema ku li herêmê leşkerên Tirkiyê kontrolê dikirin, grûba PKKê dîtin û di navbera wan de şer derket.
Her 4 leşkerên Tirkiyê bi helîkopteran birin bo nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê. Her çar leşker tedawiya wan dewam dike lê yek ji wan birîna wî xedar e. Li gor hinek rojnameyên Tirkiyê tê gotin ku leşkerekî ji wan miriye. Di herêmê de operasyon dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin