Di navbera serhildêr û hêzên dewletê de ser derket: 51 kustî

15 July 2024 22:28 0 dîtin
Di navbera serhildêr û hêzên dewletê de ser derket: 51 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Komara Kongo ya Demokratîk li eyaleta Mai-Ndombe li herêma Kwamouth di navbera berxwedêran û leşkeran de şer derket û di encamê de 51 kes mirin.

Li gor çapemeniya welatê Kongoyê; li devera Kwamouthê li navça Kinsele grûba bi navê ‘Mobondo’ bi çekan li çeperên leşkeran xistiye.

Li gor çapemeniyê; ji grûba Mobondoyê 41 kes, 9 leşker û sîvîlekî can dane. Dema şer dewam dikir de, akinciyên deverê dest ji gund û warên xwe berdane û xwe sipartine wargehên din.

Xelkê xwecîh yê berê yê devera Kwamouth yê bi navê Teke û Yaka yên ku paşî çûne deverê û dest bi cotyariyê kirine, di sala 2022an de şerekî dijwar kirin. Piştî şer Yaka grûbekî çekdar yê bi navê ‘Mobondo’ ji xwe re ava kirin.

Serokkomarê Kongoyê Felix Tshisekedi, di Adara sala 2024an de mezinên grûbên etnîkî anîbû cem hev û di navbera wan de agirbesekî çêkiribû.