Di navbera serhildêran û dewletê de ser derket: 19 kustî
PeyamaKurd- Li Komara Kongoyê ya Demokratîk li başûrê wê, li bajarê Lubumbaşi di navbera hêzên ewlekariyê yên dewletê û "Mai-Mai Kata Katanga" (Şervanên bo rizgariya Katangayê) yê de şer derket û di encamê de 19 kes hatin kuştin.
Wezîrê karên hundir yê Katangayê Fulbert Milundu ragihand ku serhildêrên Katangayê êrîşê ser hêzên dewletê kirine. Serhildêr xwestine ku zindana bajêr, radyo û televizyona dewletê bixin dest û di şer de 3 leşker û 16 serhildêr hatine kuştin û 10 serhildêr hatine desteserkirin.
Rêxistina di bin serokatiya Gedeon Kyungu Mutanga yê de ya bi navê "Mai Mai Kata Katanga" bo serxwebûna eyaleta herî dewlemend ya Kongoyê bo eyaleta Katangayê şer dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin