Di navbera hêzên Çîn û Hindistanê ser: 3 leskerên Hindî hatin kustin

16 June 2020 16:22 0 dîtin
Di navbera hêzên Çîn û Hindistanê ser: 3 leskerên Hindî hatin kustin

PeyamaKurd - Medya Hindistanê ragihand ku di encama şerekî navbera hêzên Çînê û Hindistanê yê li çemê Jalwan ê di navbera herdu welatan de, 3 leşkerên Hindistanê hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku fermandarên lêşkerî yên li herêmê hewl didin wî şerî bidin rawestandin.

Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo kêmkirina rageşiya navbera herdu welatan a ser sînoran, hefteya borî civînek di navbera berpirsên artêşên Çîn û Hindistanê de çêbûye, lê rûdana şerê îro jî piştî wê civînê hatiye.

Hindistan hemû tawanbariyên Çînê ku dibêje, Hindistanê êrîşî baregehên Çînê kiriye red dike.