Li Kibrisê di navbera leskerên Tirkan û hêzên Neteweyên Yekgirtî de gengese derket

18 August 2023 21:34 0 dîtin
Li Kibrisê di navbera leskerên Tirkan û hêzên Neteweyên Yekgirtî de gengese derket

PeyamaKurd – Li Kibrisê di herêma Xeta Kesk de di dema ku Tirk xwestin rêya gundê Pîle çêbikin, di navbera wan û leşker, hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî de gengeşe derket. Hêzên NY nehişt ku Tirk rê çêbikin.

Wezareta karên derve ya Kibris a terefê Tirk ragihand ku hêzên aştiyê yên NY mudaxela fîzîkî bi tîmên ku rê çêdikirin û bi polîsê Tirk yê Kibrisê kiriye û weha got:

“Tewrê hêzên aştiyê yên NY em qebûl nakin û ji biryara xwe, em ê paşde gav navêjin.”

Li ser mijarê UNFICYP bi nivîskî daxwuyaniyekî da û got:

“Di wexta sibê de, ciyê ku rê lê çêdikirin, xebatkarên Kibrisa Tirk êrîşê hêzên aştiyê yên NY û alavên wan kirin. NY nehiştiye ku di herêmê de bê îzin avahî çêbikin û bûyer li gundê Pîle çêbû ku Pîle di herêma tampon de ye. Tehdîdên ser hêzên aştiyê yên NY û zerardayîna wan em qebûl nakin û ev tewr, di hûqûqa navdewletî de sûcekî ji dil e. Divê rêz li erka NY ya herêma tampon bigrin, ji tevgeran xwe dûr bixin û Tirk alav û mirovên xwe yên li herêma tampon paşde vekişînin. Mîsyon rewşê ji nêz de dişopîne, soza xwe ya dewamkirina aramî û parastina îstîqrarê dide dewamkirin.”

Wezîrê karên derve yê Kibrisa Tirka Ertuğruloğlu jî ji gengeşê NY berpirs girt û got ku çêkirina rê bi armanca miroviye, NY mijarê çewt dide fêmkirin, li gund berê jî rê hebû û wê tenê rê asfalt bikin. Wezîr dibêje ku rê di nav erdê wan de ye û ji bo rê proje amade kirine û dê wê rêyê her çêbikin.