Li Nîjeryayê 245 endamên rêxistinê hatin desteserkirin

17 December 2021 02:09 0 dîtin
Li Nîjeryayê 245 endamên rêxistinê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Nîjeryayê li eyaleta Kanoyê ji bo ser rêxistin an çeteyan operasyon hatin kirin û di encamê de 245 endam hatin desteserkirin. Komîserê polîsê eyaleta Kanoyê Sama'ila Shuaibu Dikko ragihand ku 2 hefteyan de li deverên cuda yên eyaletê li hemberê çekdaran operasyon kirine.

Di encama operasyonan de 245 endamên çeteyan hatine binçavkirin, 12 motorsîklet, 24 sîlih û gelek muhîmmat bidest xistine.

Li Nîjeryayê, di navbera cotyaran û ajalvanan de ji sala 2008 an heya niha şer û pevçûn hene û niha mirovan ji bo fîdye direvînin û kuştinên komkî tên kirin.