Li Spanyayê, 197 endamên rêxistinên tawanî yên navneteweyî hatin girtin
PeyamaKurd- Rayedarên Hêzên Emnî yên Spanyayê ragihand ku 197 endamên rêxistinên tawanî yên navneteweyî yên ji neteweyên cuda hatin girtin.
Polîsê Neteweyî yê Spanyayê ragihand ku wan 197 endamên rêxistinên tawanî yên ji 34 neteweyan, di lêpirsînên ku bi fonên Ewropî ve hatine fînansekirin de girtine.
Di daxuyaniya Gerînendehiya Çapemeniyê ya Polîsan a Neteweyî de hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin ji 34 welatiyên ku piraniya wan Ewropî ne, 33 kes jî hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku ew ji edaletê reviyane ku bi qaçaxçîtî, sextekarî, tawanên zayendî û tawanên din ên tundûtûjiyê ve girêdayî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin