Rêxistinên parastina mafên mirova yên Sûriyê bang li civata navneteweyî kirin

13 August 2022 10:00 0 dîtin
Rêxistinên parastina mafên mirova yên Sûriyê bang li civata navneteweyî kirin

PeyamaKurd – Gelek rêxistinên parastina mafên mirova yên Sûriyê, daxuyaniyek di derbarê êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dan û êrîş şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de, 7 rêxistinan bang li civata navneteweyî kirin, da ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin ji bo êrîşan û sûcan rawestînin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di berdewamiyê de rêxistinan bang li meclîsa mafên mirova ya NY kir li hember vê rewşa trajedîk û xwîndar a domdar li gorî van xalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin:

-Bi awayekî cidî fişarê li hikumeta dagirker bikin ji bo êrîşên xwe yên rojane li ser herêmê rawestîne.

-Yekser û bêşer hêzên Tirkiyê û hevkarên wê ji axa Sûriyê û herêmê derxînin.

-Bi tevlêbûna nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê û rêxistinên parêzvanên mafên mirovan û jinan li Sûriyê, komîteyeke lêpirsîna darizandinê ya serbixwe û bêalî ava bikin.

-Rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê vexwenînin da ku ji bo belgekirina sûcên cuda yên ku hêzên Tirkiyê yên dagirker ji destpêka dagirkirinê ve û heta niha pêk anîne, hevkariyê bikin.