Rêxistinên Sûriyê ji bo parastina Efrînê daxwaza destwerdaneke navdewletî dikin

08 May 2020 13:50 0 dîtin
Rêxistinên Sûriyê ji bo parastina Efrînê daxwaza destwerdaneke navdewletî dikin

PeyamaKurd - 45 Rêxistinên Sûriyê ji bo parastina Efrînê û rêlibergirtina guhertina demografiya herêmê daxwaza destwerdaneke navdewletî dikin.

 Rwangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku, 45 rêxistinên yasayî yên Sûriyê di daxuyanîyeka hevbeş de, ji bo binpêkirinên li dijî sivîlan banga destwerdaneka nêvdewletî dikin ji bo ragirtina artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşanlirin, ji dema dagîrkirina bajarê Efrînê ji alîyê Tirkiyê û komên ser bi wê ve, bi hezaran tawan û binpêkirinên mafên mirovî di derheqê welatîyên wî bajarî hatine encamdan û rojane kuştin, revandin û bicihkirina koçberên ereb di malên Kurdan de.

Li gor daxuyanîyê, di raporta dawî de, Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve amaje kiriye ku komên çekdar li Efrînê tawan û binpêkirinan li dijî xwedî yên wî bajarî encam didin.

Bi gotina wan armanca Tirkiyê û wan çekdaran ji vê yekê ew ku demografiya herêmê bê guhertin û nasnameya Kurdî li deverê nemîne û herwiha destn dey^nin ser mal û mlkên wan û lewma jî daxwaz destwerdaneke navdewletî dikin.