Sûriyê ji 57 rêxistinên navdewletî û Ereb daxwaza sermezarkirina qutkirina ava wêstgeha Ellok kir

02 September 2022 10:59 0 dîtin
Sûriyê ji 57 rêxistinên navdewletî û Ereb daxwaza sermezarkirina qutkirina ava wêstgeha Ellok kir

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemmûde Sebbax bi nameyekê ji 57 rêxistinên navdewletî û Ereb daxwaz kir ku qutkirina ava wêstgeha Ellok ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriye diyar kir, Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemmûde Sebbax name ji 57 rêxistinên navdewletî û Ereb re şandin û daxwaz ji wan kir ku qutkirina ava wêstgeha Ellok a ser bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Li gor nameya Sebbax: “Qutkirina ava Ellok ji aliyê Tirkiye ve li ser yek milyon kes li Heseke dibe tawanek li dijî mirovatiyê û tawaneke şer.”

Herwiha Sebbax daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku divê çareseriyek ji bo vê pirisgirêkê bê dîtin.

Hêjayî gotinê ye, ji Cotmeha 2019an ve û heta niha, wata piştî artêşa Tirkiye bajarê Serê Kaniyê dagîr kiriye, 27 caran ava wêstegeha Ellok li ser bajarê Heseke û derdorê qut kiriye, ku ev nêzîka 3ê salan dibe xelkê Heseke ji ber qutkirina ava Ellok di jiyaneke xerab de dijîn.