ENKSê ji bo herêma Efrînê daxwaza parastina navdewletî kir

23 March 2023 19:26 0 dîtin
ENKSê ji bo herêma Efrînê daxwaza parastina navdewletî kir

PeyamaKurd - Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya Efrînê îro 23yê Adarê li bajarokê Cindirêsê li ber mala 4 şehîdên Newrozê gotarek pêşkêş kir.

ENKSê ji civaka navdewletî daxwaza parastineke navdelwetî ji bo herêma Efrînê kir.

Encûmena Xwecihî ya Efrînê ya ENKSê îro beşdarî mangirtin û protestoya Cindirêsê ya li ber mala 4 welatiyên Kurd ên 20ê Adarê şeva Newrozê ji aliyê çekdarên Ceyş El Şerqiye ya Tirkiye piştevaniya wan dike ve hatibûn şehîdkirin, bû.

Encûmena Xwecihî ya Efrînê, li ser êrîş û tawanên li herêma Efrînê têne kirin 6 daxwaz pêşkeşî civaka navdewletî kir:

1- Helwesteke zelal ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) li ser vê komkujiyê bê dayîn, ji ber ku ew sîwana siyasî ya grûpên çekdaran e.

2- Tawanbarên vê komkujiyê radestî dadgeheke navdewletî bên kirin û cezayên xwe yên dadmend werbigirin û kesên li pişt van tawanbaran bên aşkerekirin.

3- Hemû komên çekdar ji nava gund û bajaran bên derxistin.

4- Hemû girtiyên di zîndanên grûpên çekdar de yên bê sûc û guneh hatine revandin, serbest bên berdan.

5- Hemû mal û milkên Efrîniyan yên ku ji aliyê grûpên çekdar ve dest li ser wan hatine danîn, bo xwediyên xwe yên resen bên vegerandin.

6- Parastineke navdewletî ji herêma Efrînê re.