Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê hejmarek rojnamevan desteser kirin

25 October 2022 11:32 0 dîtin
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê hejmarek rojnamevan desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê girtin ser ajansên Mezopotamya û Jinnewsê û hejmarek rojnamevan desteser kirin.

Li gor zanyariyan, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve dihat birêvebirin de, hêzên ewlekariyê li bajarên Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Wanê û Rihayê girtin ser nivîsgehên ajansa Mezopotamya û Jinnewsê.

Hat zanîn ku herî kêm heft rojnamevan hatine desteserkirin.

Herwiha li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê girtin ser mala nûçegihanê MA Selman Guzelyuz û li Wanê jî girtin ser mala Hakan Yalçin û ew her du hatin desteserkirin.

Li Diyarbekirê jî girtin ser mala nûçegihana Jinnewsê Habîbe Eren a li navçeya Kayapinarê û piştî lêgerînan, nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Derya Ren hatin desteserkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegihana Jinnewsê Oznûr Deger jî li Qosera Mêrdînê hat desteserkirin.

Li Rihayê jî girtine ser mala nûçegihanê MA Emrullah Acar. Piştî lêgerînên li malê, Acar hatiye desteserkirin. Herwiha hat zanîn, li navçeya Dargeçîta Mêrdînê jî girtine ser mala malbata Acar û gelek pirtûk jî hatine desteserkirin.

Herî dawî li Stenbolê jî girtine ser mala Rêveberê Karên Nivîsê yê Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever. Di serdegirtina malan de gelek pirtûk hatine desteserkirin û Yurtsever pişt re hatiye desteserkirin.