Iraq | Hêzên ewlekariyê û koçberên navxweyî çûn ser sindoqan
PeyamaKurd – Koçberên navxweyî yên li kampên hêzên ewlehiyê yên Iraqê dijîn, îro ji bo "dengdana taybet" ji bo hilbijartinên herêmî yên ku wê roja Duşemê bên lidarxistin, çûn ser sindoqan. 1 milyon û 2 hezar û 393 kes ji hêzên asayîşê û 48 hezar koçberên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê dijîn îro wê deng bidin.
Li 15 parêzgehên Iraqê îro saet 07:00 bi dema herêmî proseya dengdana taybet destpê kir. Proseya dengdanê wê îro heta saet 18.00an berdewam bike.
Li 565 navendên dengdanê yên ku li parêzgehên cuda cuda yên Iraqê hatine vekirin, 1 milyon û 2 hezar û 393 kes ji hêzên ewlehiyê yên ku mafê dengdanê hene û 48 hezar û 260 koçberên navxwe yên Herêma Kurdistanê wê deng bidin.
Kurd li Kerkûk, Mûsil, Diyala, Selahedîn û Bexdayê bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin.
Di hilbijartinên herêmî yên ku li seranserê Iraqê tên kirin de mafê 16 milyon û 158 hezar û 788 kesî heye.
Ji aliyê din ve tedbîrên ewlehiyê li Iraqê hatin bilindkirin heta ku hilbijartinên 18ê Kanûnê bi dawî bibin.
Hilbijartinên herêmî yên li Iraqê herî dawî di sala 2013an de hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin