Wan | Hêzên ewlekariyê 24 koçberên neyasayî desteser kirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê li navçeya Rêya Armûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyonek li dar xistin û di encamê de 24 koçberên neyasayî desteser kirin.
Tîmên şaxa Rêveberiya Rûbirûbûna Qaçaxiya Koçberan ên girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Wanê, di derbarê agahdariya koçberên neyasayî, li taxa Hecî Bekir a navçeya Rêya Armûşê bi operasyonekê girtin ser malekê.
Hat ragihandin, di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê 24 koçberên Efxan di wê malê de desteser kirin. Di operasyonê de kesek jî bi tohmeta qaçaxiya wan koçberan hat destserkirin.
Herwi hat eşkerekirin, koçberên desteserkirî ji bo navenda ewlekariya Wanê hatine birin.
Li aliyê din polîsan li taxa Karşiyaka ya heman navçeyê jî xaniyek ji bo mayîna koçberan dihat bikaranîn bi makîneyên kar dan rûxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin