Wan | Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 30 koçberên Afxan desteser kirin

27 April 2022 11:31 0 dîtin
Wan | Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 30 koçberên Afxan desteser kirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Rêya Ermûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 30 koçberên Afxanistanî desteser kirin.

Li gor zanyariyan, şeva din polîsên tevgera taybet û hêzên ewlekariyê li Taxa Hecibekir a Rêya Ermûşê di operasyonekê girtin ser malekê.

Hat ragihandin, di encama operasyonê de 30 koçberên Afxanistanî ku bi rêyên qeçax derbasî navçeyê bûne hatine desteserkirin û koçberên desteserkirî birine Rêveberiya Şûbeya Têkoşîna Dijî Qeçaxçîtiya Bi Koçberan û Deriyên Sînor.